Kakor (cookies)

Kakor på uppsala.se

Vi använder nödvändiga kakor (cookies) för att webbplatsen ska fungera.

Vi skulle vilja sätta lite fler kakor för olika funktioner som hjälper dig som användare.
Vi vill också sätta kakor för statistik så vi kan analysera och förbättra webbplatsen.
Du kan när du vill ändra dina inställningar.

Malper

Ji Uppsalayê re bixêr bên! Zêdetir ji 200,000 kes di vir de dijîn. Di vî bajarî da hinek mijar wek parastina zarrokan, dibistan û parastina pîrran li ser milê Şaredarîyê ye.  Dabîn kirina avê û paqij kirina paşmayîyê avê li ser milê Şaredarîyê ye. Rêveberîya kolana, birina zibla, paqij kirina kolana, parastina jêngehê û pêşgirtina ji şewata li ser milê ev sazîyê ye. Zêdetir ji vê me pirtûkxane hene û em we piştrast dikin ku hûn dikarin di dema bênvedana xwe da gelek kiryarrên cûda pêk bînin. Herwisa em dixebitin ku pişkên bazirganî, wize û avahîya xûrttir bikin. Û gelek kiryarrên dî pêk bînin. Ji mere balkeşe ku rûniştîyên bajarê Uppsalayê ji xizmetê ku em pêşkêş diken, razî bin.

Li vir da hûn dikarin liser rewşa pêk anîna xebatan di pişka ku bin berpirsîya Şaredarîyê da ye, zanyarîyê zêdetir bixwînin. Di lînka da zanyarîyê zêdetir bi zimanê Swêdî tên pêşkêş kirin. Dema ku hûn dixwazin gel berpirsê Şaredarîyê bipeyivîn , hûn dikarin bi zimanê xwe alîkarî werbigrin, li gel rêveberîya ku hûn dixwazin gel berpirsê wê bipeyivîn, pêwendîyê bigrin û di dema pêwîst da ew tê gel wergêrrek dewekî pêwendîyê bigrin.

Hîn bûna zimanê Swêdî

Swêdî Ji Penaberan re, SFI, perwerdehîyek amadeyîye bi zimanê Swêdî û liser civaka Swêdê.  Ev xizmete ji ev kesan re tê pêşkêş kirin ku zimanê wan yê dayîkê ne Swêdîye. Eger we  di Şaredarî Uppsala da navê xwe tomar kiribî,  diploma lîseyê yan hember vê we hebe û we hejmara tomara civakî  ya berdewam hebe û temenê we ji 20 an zêde be, hûn dikarin beşdarî bernameya SFI yê bibin. Eger we mercên perwerdehîya zimanê SFIyê nîne û hûn dixwazin zimanê Swêdî hîn bibin, li gel navenda aşnayî gel dibistanê pêwendî bigrin.nd are over the age of 20. If you do not fulfil the requirements for study with SFI and would like to learn Swedish, contact the Centre for Introduction to School.
zanyarîyê bêtir di malpera SFIyê da berdestê we ne.

Saxlemî û parastin

dibe Şaredarî misoger bibe ku hemû hevwelatî ji parastinên pêdivî ji bo qebûlkirina berpirsyarîya xwe li hember rewşên jîyana xwe da behremendin. Gengaze pêwist bûna parastinê bi mijarên wek temen, alozbûna kiryarrê, xirab pêkanîn, yan şidet di pêwendîyê hevaletîyê da, girêdayî be. Gengaze alîkarî ji alîkarî di malê de, di cihê pêkanîna civata da, dermankirin bi hevpeyivînê yan nûnerên  zagonî  pêk bê.
zanyarîyê bêtir liser saxlemî  û parastinê

Perwerdehî

Zarrokên di navbera 1 heta 5 salan da dikarin di pêşdibistanê da beşdarbin. Evan ji sê salîyê da maf hene ku herne pêşdebistanê. Ligor zagona Swêdê dibe zarrok di navbera temenê 6 heta 15 salan da di dibistanê mecbûrî  ya neh salî (qonaxên 1-9)  da perwerde bin. Ciwanên ku dibistana  mecnûrî ya neh sala serdikevin, dikarin bi dilê xwe di selefekê da perwerdehîyê bibînin. Paş vê ewan gelek bijar ji bo perwerdehîya xwe hene wek zankû, zaningeh, navendên perwerdehîyê û perwerdehîya mezinan. Dibistanê şexsî û dewletî ji bo zarrokan di hemû temenan da hene, û di Appsalayê da şexs dikare bibjêre ku dixwaze di kijanê perwerdehîyê bibîne.
zanyarîyê bêtir liser education

Şol

Navenda Karkirina Giştî ya Swêde  (Swedish Public Employment Service) misoger dibe ku kesên dû şolê digerên di gel xwedîşolên gengaz da di pêwendîyê da ne. Navenda Karkirina Giştî ya Swêde  sazîyek dewletî û bêpere ye. Şaredarî gelek caran ji bo bikaranîna karmendên nû agahî dide û ligel Navenda Karkirina Giştî ya Swêde  lihev diken
zanyarîyê bêtir liser Navenda Karkirina Giştî ya Swêde

avahî

Di Uppsalayê da Şaredarî ji bo peydakirina avahîyan ji xelkê re gelek alîkarî dide. Avahîyên ku şerdarî xwedîyê wane heqê kirrê hene û rêvebrîya wan bin destê Uppsalahemê daye. Herwisa navbendçîyê şexsî jî ji bo kirrêdana avahîya berdestin.

zanyarîyê bêtir liser Uppsalahemê
zanyarîyê bêtir ji bo xwandekaran

eger hûn bikaribin avahîyek ya xwedîmal yan malekê bikirrin, gengazîya ku bi lez avahîyekê peyda biken zêdetire. Gelek firoşgehê malan hene ku dikarin di vê babetê da alîkarîya we biken.

Pirtûkxane û çand

Di pirtûkxaneyê da hûn dikarin, bo mînak, pirtûkan bi kirê bigrin, bi zimanên cûda rojnama bixwînin û zanyarîya bidest bînin. Herwisa Şaredarîya vî bajarî we misoger dike ku hûn di demê xwe yê bênvedanê da dikarin xebatên wek serdana muzeyan , çûna konseran û beşdarbûn di werzişan da pêk bînin.
zanyarîyê bêtir liser çand û werzişê

di dema pêdivî bi alîkarîya acil

Şaredarî berpirse di pêşkêş kirina xizmetên li hewarê çûn da, ku bi giştî ji koma vekuja şewata pêk tê. Eger we bi acil pêdivî bi polîs yan ambûlansê heye gel hejmara 112ê pêwendîyê bigrin. Ev şimare tê we ji navenda lihev kirina hemû pêwendîya re girê bide.

zanyarîyê bêtir liser parastina acil. herwia di vir da hûn dikarin ji bo bidest xistina hinek zanyarîya liser dema wergirtina alîkarîyê neacil, wek dema ku ji were metirsî diden, pêdivî bi alîkarîyê heye yan ji alîyê yek ji qewimên we şidet ji we hatîye kirin, bidest bêxin.